Rojnamevanekî koçberên ku vedigerin Efrîn rawestandin

Koçbrên Efrînê yên duh vegriyan malên xwe diyar kirin kesekî ku xwe wekî rojnamevan nîşan dide çend malbatên koçber rawestandin û wêneyên belgeyên wan kişandin.

Rojnamevanekî koçberên ku vedigerin Efrîn rawestandin
10 gulan, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku duh, hejmarek malbatên ku di nava karwanê çaremîn de vegeriyan Efrînê, ji hêla kesê bi navê Ehmed Xelîl ve hatine rawestandin.

Çavkaniyan gotin, wî kesî wêneyên belgeyên kesane û nasnameyên koçberan kişandine.

Bûyer li Çarxerêya El Xûza li navenda Efrînê, li ber çavên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên girêdayî hikûmeta demkî, pêk hat.

Kesê bi navê Ehmed Xelîl ji bajarokê Kefer Hemra yê gundewarê bakurê Helebê ye. Ji dema ku artêşa Tirk di sala 2018`an de Efrîn dagir kiriye, li herêma Efrîn dijî. Çalakvanan wê demê wêneyên wî di nav wesayîtên zirxî yên leşkerî yên Tirkiyê de jî belav kirin.

(k)