Li Okyanûsa Pasîfîkê di derbeya DYA‘yê de 3 kes mirin

Artêşa Amerîkayê li Okyanûsa Pasîfîkê keştiyek bi gumana qaçaxçîtiya narkotîkê kir armanc. Di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Li Okyanûsa Pasîfîkê di derbeya DYA‘yê de 3 kes mirin
30 gulan, 2026   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wê li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê keştiyek bi gumana qaçaxçîtiya narkotîkê kir armanc. Li gorî rayedarên leşkerî, di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya Fermandariya Başûr a Amerîka û Herêma Karayîban de ku li ser X‘ê hatiye weşandin, kesên hatin kuştin jî wek “narko-terorîst” hatin pênasekirin. Fermandariyê ragihand ku dê operasyonan li dijî şebekeyên qaçaxçîtiyê bidomîne.

Artêşa DYA‘yê ji Îlona 2025‘an ve operasyonan li dijî qaçaxçîtiya narkotîkê li Okyanûsa Pasîfîk û Deryaya Karayîban pêk tîne.

(bb)