Li Sûriyeyê bi dehhezaran DAIŞ‘î reviyane

Inspektorê Giştî yê Operasyona Inherent Resolve ya Amerîkayê diyar kir ku 15-12 hezar çeteyên DAIŞ‘ê û malbatên wan ji kamp û girtîgehên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê reviyane û derbarê vê yekê de jî hişyarî da.

Li Sûriyeyê bi dehhezaran DAIŞ‘î reviyane
30 gulan, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporekê de ku ji aliyê Inspektorê Giştî yê Operasyona Inherent Resolve ya Amerîkayê ve hatiye weşandin, metirsiyên ewlehiyê yên piştî reva bi hezaran çeteyên DAIŞ û malbatên wan ji kamp û girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vegotin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku navbera 15 hezar û 20 hezar kesên ku gumana têkiliyên wan bi DAIŞ‘ê re hene, piştî hilweşîna pergala ragirtinê ya destpêka îsal a ji ber êrişên komên hikumeta demkî winda bûne an reviyane.

Li gorî raporê, piştî revandina komî ya jin û zarokên biyanî, hejmara kesan li kampa Holê ji nêzî 23 hezar û 400 kesî daket kêmtirî hezar û 500 kesî.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku  derdora hezar û 500 kesî ji girtîgeha Şedadê jî reviyane. Hişyarî hate kirin ku şaneyên DAIŞ‘ê sûdê careke din xwe xwe bi rêxistin û fireh bikin.

(bb)