Li nêzî sînorê Siûdiye tatbîqatên leşkerî yên Hûsiyan

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Koma Ensarullah ˊEl Hûsîˊ ya Yemenê, komê li parêzgeha Suide li nêzî sînorê Siûdiye tatbîqatên leşkerî pêk anîn.

Li nêzî sînorê Siûdiye tatbîqatên leşkerî yên Hûsiyan
14 ÇILE, 2024   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kanala ˊEl Mesîre Nêtˊ a girêdayî Koma Ensarullah ˊEl Hûsîˊ, komê li parêzgeha Suide li nêzî sînorê Siûdiye bi gule, tank, topavêj, balafirên bêmirov û çekên din li dijî nîşaneyên ku ala Îsraîlê li ser in, tatbîqatên leşkerî pêk anîn.

Koma Ensarullah ˊEl Hûsîˊ di çarçoveya piştgiriya tevgera Hemasê li Xezayê de li dijî keştiyên li Deryaya Sor êrişan pêk tîne.

(fr)