Di lehiyên Tertûsê de 4 kes ji heman malbatê mirin

Li Sehil Ekar a Tertûrsê ji ber barana gur lehî çêbû, erebeya ku 4 kes ji heman malbatê ne da ber xwe û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Di lehiyên Tertûsê de 4 kes ji heman malbatê mirin
14 ÇILE, 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva borî li herêmên Sehil Ekar a Tertûsê, ji ber barana gur a 2 rojên borî, lehiyeke mezin li çemê Kebîr ê başûr û çemê El Eros çêbû, di encamê de zeviyên çandinî, malên derdora her du çeman di bin navê de man.

Duh, di encama lehiya li Sehil Ekar de erebeya ku 4 kesên ji heman malbatê tê de bû qelibî û jiyana ji xwe dest dan.

Serokê şaredariya Dekîke Samî Xedor diyar kir ku ew di nav malbatê de zarokek 5 salî heye û cenazeyên wan ji erebeyê derxistin

Xedor anî ziman ku ew malbat ji gundê Eyn El Zibdê yê herêma Sifsafa ye, berê wan ber bi deriyê Erîda bû ku biçin Lubnanê.

(fr)