Fransa li Deryaya Sor 2 dron xistin xwarê

Serfamandariya artêşa Fransayê ragihnd ku 2 dorn li Deryaya Sor xistine xwarê. Ew balafir ji beravên Yemenê ve hatin.

Fransa li Deryaya Sor 2 dron xistin xwarê
10 kanûn, 2023   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya serfermadariya artêşa Fransayê ya roja yekşemê, keştiyeke şer a Fransayê li Deryaya Sor 2 dornên ku ji beravên Yemenê ber bi wê ve dihatin xistin xwarê.

Serfermandariyê daxuyand ku keştiya şer (Languedoc) a li Deryaya Sor xwedî gelek erkan e şeva berê 2 dron xistin xwarê.

Koma Ensarullah El Hûsî hişyarî dabû tevahî şîrketan ku hevkariyê bi Îsraîlê re nekin û gotibû ku dê tevahî keştiyên wan ên di Deryaya Sor re derbas bin, bibin armancên wan.

Hûsiyan di daxuyaniya xwe de gotibû biryar daye ku tevahî keştiyên bi rêya Deryaya Sor û Deryaya El Ereb derbasî Îsraîlê bibin qedexe ye û hişyarî da tevahî şîrketên hevkariyê bi Til Avîvê re bikin.

Meha borî Hûsiyan, ji ber şerê li Xezayê ya Filistînî, soz dabû ku tevahî keştiyên ala Îsraîlê hilbire hedef bigire.

(fr)