Li Minbicê şer: Çeteyek hat kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên Cebhet El Ekrad hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku xwestin derbasî Minbicê bibin, têk birin û di encamê de çeteyek hat kuştin.

Li Minbicê şer: Çeteyek hat kuştin
26 adar, 2024   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên Meclisa leşkerî ya Minbicê û Cebhet El Ekrad hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku xwestin bikevin gundê El Bohîc ê rojavayê kantona Minbicê têk bir. 

Şervanên meclisê hewldana çeteyan li xeta El Sacûr ku xwestin bikevin herêmê, têk birin û çeteyan li eniya şer dorpêç kir. Şer û pevçûn hîna li wê eniyê berdewam e.

Di heman çarçoveyê de şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rê nedan ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bikevin gundê Ewn Dadat ê bakurê kantonê.

(şx)

ANHA