Li Dêrazorê êrişên hewayî

Duh piştî nîvê şevê, balafirên nenas li Dêrazorê gelek dever bombebaran kirin.

Li Dêrazorê êrişên hewayî
26 adar, 2024   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên nenas duh derengiya şevê baregehên komên milîsên Îranê yên li Dêrazorê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan gelek kuştî û birîndar hene.

Li gorî rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtiye, balafirên DYA’yê  herêmên Salihiye, El Bû Kemal, Meyadîn û Qisûr ên Dêrazorê bombebaran kirin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku nayê zanîn gelo balafir ên DYA’yê ne yan jî Îsraîlê ne mezrayên Meyadîn û navendên komên milîsên Îranê yên li nêzî El Bû Demalê, baregehek li nêzî herêma El Ebas û baregehek din li taxa Vîlan a Dêrazorê bombebaran kirine.

Li gorî SOHR`ê di wê bombebaranê de 7 milîsên Îranê hatine kuştin û agahî hene ku li taxa Vêlat fermandarek hatiye kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku piştî balafireke Îranê barên xwe li balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê danî ku tê de Pasdarên Îranê û amûrên lojistîk hebûn, bombebaran dest pê kiriye.

(şx)