‘Ger ez mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê bi şehadeta min serbilind bî’

Haj hemûyan hebû û têkiliyên bi malbatê û xizmên xwe re qet qut nedikirin. Kengî derfet bidîta serdana xizm û cîranên xwe dikir. Dayika xwe teşwîq kir ku cihê xwe di komînê de bigire. Şehîd Serbest Heleb ji dayika xwe re dibêje “Ger mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê wêneyê min li dîwêr daliqînî û bi şehadeta min serbilind bî.”

‘Ger ez mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê bi şehadeta min serbilind bî’
‘Ger ez mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê bi şehadeta min serbilind bî’
‘Ger ez mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê bi şehadeta min serbilind bî’
‘Ger ez mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê bi şehadeta min serbilind bî’
‘Ger ez mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê bi şehadeta min serbilind bî’
‘Ger ez mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê bi şehadeta min serbilind bî’
3 kanûn, 2023   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

11`ê Mijdarê şervanê hêzên komandos ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Serbest Heleb (Refet Elî) di qezayeke trafîkê de li Helebê şehîd bû. 

Serbest Heleb sala 1994`an li Reqayê ji dayik bûye. Ji gundê Cûqê yê kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Piştî 2 salan, tevî malbata xwe bar kir taxa Selahedîn a Helebê. 12 xwişk û bira ne.

Serbest Heleb tenê dibistana seretayî xwendiye û dûre bi bavê xwe re di werşeyên dirûtinê yên li taxa Selahedîn de kar kiriye.

Di aloziyê de mala wan a li taxa Selahedîn hate topbarankirin. Meclisa taxê, wê demê malek li taxa Seken El Şebabî ji malbatê re peyda kir. Lê piştî ku çekdarên Lîwa Şûheda Bedir ku Xalid El Heyanî serkêşiya wê dikir, Seken El Şebabî kontrol kir, malbat careke din neçar ma ji wir derkeve. Dawiyê li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûn.

Dayika şehîd Serbest Heyat Henan ji gundê Avrazê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Têkildarî jiyana şehîd Serbest wiha axivî: “Piştî Serbest li Reqayê hat dinê bi 2 salan, me bar kir Helebê û li taxa Selahedîn em bi cih bûn. Bi destpêkirina aloziyê re, mala me hate topbarankirin. Ji ber ku em neçar man derkevin û me berê xwe da Seken Şebabî. Tu stargeheke ewle nîn bû, em çûn taxa Şêxmqesûd û lê man.”

Serbest Heleb piştî destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê tev li Hêzên Parastin Civakî (HPC) bû. Wê demê 18 salî bû. Li rex şervanên YPG û YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî taxên Şêxmeqsûd û Helebê li ber xwe da.

Xwişka şehîd Serbest Delal Xalid Elî wiha behsa birayê xwe yê şehîd kir: “Refet, ji xêrê hez dikir. Alîkariya xelkê dikir û dilnizm bû. Em bi mereq li bendê bûn ku di betlaneyê de vegere malê. Xema her kesî dixwar. Civakî bû, têkiliyên xwe bi malbat û xizman re qet qut nedikir. Kengî bi dest biketa, serdana cîran û xizmên xwe dikir.”

Piştî 7 salan anku bi destpêkirina êrişên dagirkirinê ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Efrînê, Serbest biryar da ku tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bibe. Di nava hevalên xwe de bi giyanê xwe yê şad, zimanê xwe yê nerm, dan û standina xwe ya baş, hêz û comerdiya xwe dihat naskirin.

Di navbera Serbest û şehîd Rêzan Mistefa (endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir ku 8`ê Cotmehê li Dêrikê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûye) de hevaltiyeke xurt hebû.

Serbest Heleb Çileya 2022`yan dizewice û bavê zarokekî bi navê Xalid e. Di heman salê de, tev Ii hêzên komandos bû û 11`ê Mijdarê tev li karwanê şehîdan bû.

Delal Elî got: “Ji zarokên biçûk hez dikir, ji dayik û xwişkên xwe re dilovan bû. Bi hêrs dibû lê zû razî dibû. Xwedî dilekî mîna yê zarokan bû. Ne kîndar bû. Ji guhertin û pêşketinê hez dikir. Ji ber wê, tev li komandos bû, ruxmî ku dizanî dawiya erka wî ya nû, şehadet e.”

Piştî şehadeta Serbest Heleb, dayikê navê kurê wî guhert û kir Refet.

Heyat Henan gotineke şehîd Serbest bi bîr xist û got: “Her tim ji min re digot, rojek wê bê ez ê li te şehîdekî bedew vegerim. Ez ê xwîna xwe fedayî welatê xwe bikim.”

Heyat Henan wiha domand: “Şehadeta Rêzan Mistefa bandor li Serbest kir. Ji şehadeta wî wêrekî wergirt. Dema bihîst Rêzan şehîd bûye, wêneyekî wî dema biçûk di destê min de bû. Ji min bir û li dîwêr daliqand, got ez ê mîna hevalê xwe şehîd bikevin û tu yê wêneya min li diwêr daliqînî û dê bi şehadeta min serbilind bî. Wê demê negirî.”

Heyat Henan bal kişand ser wesiyeta şehîd Serbest û got: “Mayîna min di mal de qebûl nedikir. Ez teşwîq kirim ku li derveyî mal kar bikim. Min daxwaza wî erê kir û 5 salan di Komîteya Lihevanînê ya Komîna Şehîd Gulê Selmo de kar kir. Lê piştî tenduristiya min hinek paşde çû, min kar berda. Dixwazim wesiyeta wî bînim cih, lê tenduristiya min li pêşiya min bûye bend.”

(şx)

ANHA