Li Mexmûrê ji bo piştgiriya xwendekarên Rojava helwestek hat nîşandan

Xwendekar û mamosteyên li Wargeha Mexmûrê bi meşekê destekdayîna xwe ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ya xwendekarên li Rojava nîşan da û bi daxuyaniyekê ev yek anî ziman “Me çawa di dema rejîma Baas û Şoreşa Rojava de, ji bo pergala perwerdeyê piştgîriya xwe diyarkiriye û li hewara wan çûne, em ê îro jî dibin hemû şert û mercan de li kêleka gelê Rojava bin”

Li Mexmûrê ji bo piştgiriya xwendekarên Rojava helwestek hat nîşandan
5 cotmeh, 2026   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîyeya Qada Perwerdeyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a li Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriya daxwaza xelkê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo perwerdeya zimanê Kurdî, meşeke girseyî li dar xist.

Bi sedan xwendekarên dibistanên Sereteyî, Navîn û Amadeyî, ji dibistanên xwe, ber bi Qada 4’ê Nîsanê ya li wargehê ve meşiyan.

Xwendekaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me nasnameya me ye” rakirin, dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.

Dema ku girseya meşê gihîşte Qada 4’ê Nîsanê, deqeyeke rêzgirtin rawestiya, paşê ji hêla aliyê xwendekar Kader Apaydin daxuyaniyek hat xwendin, di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, sekin û helwesta gelê Rojavayê Kurdistanê bi taybet zarokên ku daxwaza mafê perwerdeya xwe dikin, bi rojane li ser piyanin û dengê xwe bilind dikin, silav dikin. Em dibêjin; Ev sekna we pîroz û binirxe.”

Di daxuyaniyê de bal li ser polîtîkayên qirkirinên hêzên hegomonîk ên li dijî gelê Kurd hat kişandin û hate destnîşan kirin ku gelê Kurd ji bo parastina nirxên xwe yên pîroz her tim bi berdêlên giranbûha têkoşîn meşandiye.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Divê xwediyê vê hişmendiya qirker, tineker û nîjadperest ya Baas’ê baş bizane ev sedsal ne ew sedsale ku bikarin bi heman hişmendiyên xwe yên berê nêzikî gelê Kurd bibin û li gorî daxwazên xwe nêzikî çareseriya pirsgirêka gelê Kurd bibe. Her wiha wê bi ti awayî rê nede, bêyî vîna wî bê naskirin li ser wî biryaran bigire.

Weke mînak; li Rojavayê Kurdistanê bi salane di rasteka Şoreşa Rojava de ji bo parastina tevahî gelên herêmê û nirxên wan yên hevbeş, li beranberî dijminê mirovahiyê hêzeke weke DAIŞ’ê têkoşinekî şayanê mirovahiyê daye û kariye di nava pergala xwe de, parastina tevahî netew û rengê civakê, di nava aramiyekî de biparêze. Lê mixabin cardin li beramberî vî gelê ku ji bo herkesê berdêlên giranbiha dayî, hêzên hegemonik û pergala HTŞ’ê ya ku digot; “Ez ê mafê hemû reng û neteweyên li ser xaka Suriyê jiyan dikin, nasbikim û bêxim bin mîsogeriyê” berovajiyê wê, tevî ku ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd pergala Entegrasyona Demokratîk pejirandiye jî lê belê asta êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet zimanê netewekê weke mafê perwerdeya wî ya zimanê dayikê ji nediti ve hatin yan jî weke waneyekî bijartek diyarkirin, dikarîn vê weke hişmendiya rêjîma Baas ya berê dehan sale binirxînin û derveyî giyanê pêvajoya çareseriyê dibînin.

Em weke gelê wargeha Mexmûrê ti caran van pêkanîn û biryaran nasnakin. Em ê weke gelê wargeha Mexmur û hemû xwendekar û mamostayên wê, çawa di dema rejîma Baas û Şoreşa Rojava de, ji bo pergala perwerdeya wê jiyanî bibe, piştgîriya xwe diyarkiriye û li hewara wan çûyîne, wê îro jî dibin hemû şert û mercan de li kêleka gelê Rojava be.

Ji bo vê, em bang li hemû partî û rêxistinên herçar parçeyên Kurdistanê, rewşenbîran dikin, berpirsyariyên xwe ji bo azadiya Gelê Kurd û Kurdistanê pêkbinin. Li beranberî vê bêmafiya li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bêdeng nemînin û li berpirsyariyên xwe yên demê xwedî derkevin. Her wiha em bang li rêveberiya Suriyeyê jî dikin û dibêjin; Dest ji wê hişmendiya xwe ya inkara Kurd berdin. Hûnê bi vê hişmendiya xwe ya qirêjî ti caran sernekevin. Demek ji demekî zûtir, rasteka pergala Entegrasyona Demokratik de, nêzikî çareseriya pirsgirêka Gelê Kurd û gelê herêmê bibe û mafê herî rewa yê perwerdeya zimanê dayikê nas bikin.”