Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin

Koçberên gundên li gundewarê Serêkaniyê kêfxweşiya xwe ya vegera bo mal û erdên xwe piştî salan koçberiyê, anîn ziman.  Koçberan diyar kirin ku vegera wan nîşana dawiya demek dirêj a êşê di jiyana li stargehan e.

Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
Koçberên vegeriyayî hestên xwe vegotin
5 cotmeh, 2026   12:48
HESEKÊ

Îro, karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê, ku li stargeh û kampa Waşokanî diman, ber bi gundewarê başûrê bajêr ve çû. Karwan ji 511 malbatan pêk tê.

Elî Hesen El Heso, ji gundê El Amiriye, got: "Em di sala 2019an de ji malên xwe hatin koçberkirin û îro em vedigerin. Demek pir dijwar bû, em ji bo hewildanên kesên ku di van salan de li kêleka me sekinîn û xizmetên pêwîst pêşkêşî me kirin spasdar in."

Dema ku behsa rewşa xaniyê xwe li gund kir, El Heso got: "Em rewşa rastîn a xaniyê xwe nizanin, lê li gorî cîranan, ew di rewşek baş de ye, her çend tiştên malê hatine dizîn jî. "

El Heseo hêvî kir ku hemû koçber di zûtirîn dem  de vegerin mal û erdên xwe û êşa koçberiyê bi dawî bibe.

Rehila Mihemed El Salih, jinek 50 salî ye ji gundê Şîbliye, di bin baranê de li benda birêketina karwanê rûniştî bû, got. "Ez nikarim hestên xwe vebêjim. "

Her wiha got. "Mal û erdên me wêran bûn. Mala min ji heriyê hatibû çêkirin. Me gelek êş kişand, di stargehan de bi zehmetî dijiyan. Îro, em ê vegerin axa xwe."

Rehîla wiha dewam kir "Ez hêvî dikim ku êşa hemû mirovên koçber ên li çaraliyê cîhanê biqede û ew bikaribin vegerin erd û gundên xwe. "

(k)

ANHA