Li Lubnanê 25 sûriyeyî hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de jin û zarok jî di nav de, 25 sûriyeyî hatin kuştin.

Li Lubnanê 25 sûriyeyî hatin kuştin
9 nîsan, 2026   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di êrişên 24 saetên dawîn ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, jin û zarok jî di nav de, 25 sûriyeyî hatin kuştin.

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê duh zêdetirî 160 êrişên hewayî birin ser Lubnanê û di encamê de penaber û tevî karkerên sûriyeyî, gelek sivîl bûn qurbanî.

(bb)