Li Londonê 4 ambulansên rêxistineke Cihûyan hatin şewitandin

Li herêma Golders Green a li bakurê Londonê 4 ambulansên rêxistineke Cihûyan hatin şewitandin.

Li Londonê 4 ambulansên rêxistineke Cihûyan hatin şewitandin
23 adar, 2026   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Londonê ragihand ku li herêma Golders Green a bakurê Londonê 4 ambulansên rêxistineke ku xizmetê ji Cihûyan re dike, hatin şewitandin. Polîsan diyar kir ku şewat hat vemirandin bêyî ku zirarên mirovî çêbin. Her wiha da zanîn ku wan lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gorî tora Sky News a Brîtanyayê, polîs êrişê wek “sûcekî nefretê” dibînin û destnîşan dike ku wan daye dû 3 gumanbaran.

Tîmên agirkujiyê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 erebe û hin tûpên di hundirê wan de ji ber şewatê zirar dîtiye û pencereyên avahiyên derdora cihê bûyerê şikestine.

Ambulansên hatin şewitandin ên rêxistina Hatzola ne ku rêxistineke dilxwaz a bersivdayîna rewşên awarte yên bijîşkî ye.

(bb)