Hêviya xelkê Rojava; serbestberdana dîlên şer

Dilê xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser dîlên şer e, her kes hêvî dike ku di cejna Remezanê û Newrozê de serbest werin berdan.

Hêviya xelkê Rojava; serbestberdana dîlên şer
23 adar, 2026   08:40
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girkê Legê bi boneya cejna Remezanê û Newrozê hêviyên xwe anîn ziman.

Eyşa Mistefa hêviya xwe ji cejna Remezanê anî ziman û got: “Heyanî dîlgirtiyên şer serbest neyên berdan dê xweşiya cejnê kêm be. Eger dîlgirtiyên şer vegerin dê ji bo me cejna herî mezin be. Ez hêvî dikim ku hemû serbest werin berdan û vegerin malên xwe. Ji bo me ewlehî, aramî û jiyana birûmet cejna herî mezin e.”

Felek Elî cejna Remezanê li her kesî pîroz kir û wiha got: “Bi cejna Remezanê û Newrozê re nirxên azadî û civakî vejîn dibin. Ez hêvî dikim di pêvajoya pêş de ewlehî û aramî li herêmê çêbibe. Hemû dîlgirtiyên şer serbest werin berdan û vegerin malbatên xwe. Serbest berdana dîlên şer ji exlaqê mirovahiyê ye û dê her kesî şad bike.”

(np)

ANHA