Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semînerek li dar ket

Kongra Star a Kobanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de semînerek li dar xist.

Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semînerek li dar ket
Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semînerek li dar ket
Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semînerek li dar ket
Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semînerek li dar ket
Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semînerek li dar ket
Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semînerek li dar ket
4 adar, 2026   13:08
KOBANÊ

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star a Kobanê semînerek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi amadebûna bi dehan jinan li dar xist.

Semînerê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre peyama Rêber Abdullalh Ocalan a dawîn ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peymen Elûş ve hate xwendin.

Piştî xwendina peyamê, ji Rêveberiya Bajarê Kobanê Rûken Ehmed, 8`ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, jinên berxwedêr û tevahî jinên azadîxwaz pîroz kir û got: “Êrişên li ser herêmê hatin kirin, dijmin xwest vîn û îradeya jinan tune bikin, jinan di qirkirinê re derbas bike. Dijmin her tim dixwazin fikra neteweya demokratîk tune bikin, lê tu kes nikare vê fikra azad û demokratîk têk bibe. Em wek jin divê hêza xwe xurttir bikin. Tişta ku ji me jinan tê xwestin; em her rojê bikin 8`ê Adarê û têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin."

Rûkenê da da zanîn ku 8`ê Adarê roja têkoşîn û berxwedana jinan e, divê hemû jin ji bo azadiyê û mafên xwe tê bikoşin û hemû rojên xwe bikin 8`ê Adarê.

Semîner bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA