Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên: Çalakiyên 8`ê Adarê geş bikin

Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên jinan li Rojavayê Kurdistanê, divê têkoşîna li hember zîhniyeta hikumeta demkî ya Sûriyeyê bê xurtkirin û bang li jinan kir ku bi reng, deng û hêza xwe çalakiyên 8`ê Adarê geş bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên: Çalakiyên 8`ê Adarê geş bikin
4 adar, 2026   12:58
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Der barê girîngiya tevlêbûna çalakiyên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên li Rojavayê Kurdistanê, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên ji ANHA`yê re axivî.

Jiyan Hisên bi bîr xist ku ji ber ku Rojava rastî êrişeke pir dijwar hat, coşa pêşwazîkirina wan a ji 8`ê Adarê îsal cuda ye. Ev 14 sal e jinên ji pêkhateyên cuda yên li herêmê ji bo ku mafê xwe bi dest bixin û misoger bike tê dikoşiya, bi vê rêyê jinan gelek destkeftiyên di qadên siyasî, leşkerî, aborî û çandî de bi dest xistin û got: “Ji bo ku em destkeftiyên xwe yên heyî biparêzin, tê xwestin ku em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em hîn bêhtir li qadan bin û civaka xwe bi rêxistin bikin.”

Di axaftina xwe de Jiyan Hisên bal kişand ser girîngiya hebûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û da zanîn ku YPJ`ê ji destpêkê ve bi erka xwe ya misogerkirina hebûna jinan di qada leşkerî de parast, xak û gelê wan jî pê re hate parastin.

Jiyan Hisên destnîşan kir ku ji ber ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê nasname û hebûna jinan qebûl nakin, ew ê li beramberî zîhniyeta hikumetê têkoşîna xwe bidomînin. Jiyan da zanîn ku ew ên bi vê têkoşînê Sûriyeyeke demokratîk ku di nav de mafên hemû pêkhateyan bê parastin û mafên jinan di destûra Sûriyeyê ya nû de were misogerkirin, ava bikin.

Jiyan Hisên bang li hemû jinên li deverên cuda û bi taybet ên ku li Rojavayê Kurdistanê kir ku bi deng, reng û hêza xwe dakevin qadan, daxwaza misogerkirina hebûna nasnameya jinan bikin û bi wê daxwazê jî çalakiyên 8`ê Adarê geş bikin.

(k)

ANHA