Heyva Sor a Kurd şandina alîkariyan ji bo perava Sûriyeyê dereng xist

Heyva Sor a Kurd ragihand ku wan ji ber sedemên ewlehiyê şandina alîkariyên mirovî ji bo perava Sûriyeyê dereng xistiye.

Heyva Sor a Kurd şandina alîkariyan ji bo perava Sûriyeyê dereng xist
17 tîrmeh, 2025   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd di daxuyaniyê de diyar kir ku wan 3 hezar paketên xwarinê ji bo şêniyên zirardîtî yên şewata li perava Sûriyeyê amade kiribûn û ji bo şandina wan ber bi peravê ve, wan ji Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê erêkirin standibû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber rewşa xerab a ewlehiyê, wan şandina alîkariyan di dema diyar de dereng xist û ev pêvajo rawestand.

Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku ew ji bo domandina şandina alîkariyan bi aliyên berpirs re di têkiliyê de ne.

(mh)