Li Kobanê ji bo azadkirina dîlgirtiyan çalakî

Meclisa Malbatên Şehîdan çalakiyek ji bo berdana dîlgirtiyan li dar xist.

19 gulan, 2026   13:07
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi daxwaza azadkirina dilgirtiyên ji ailyê hikumeta demkî ve hatine girtin, çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi beşdariya bi sedan malbatên dîlgirtiyan û malbatên şehîdan pêk hat.

Di çalakiyê de wêneyên dîlgirtiyan hatin hildan û pankartên bi daxwaza azadkirina wan hatin vekirin.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre şervanê bi navê Xalid Omer ê berê dîlgirtîbû, piştre di çarçoveya Peymana 19'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de hatibû berdan, axivî.

Xalid Omer îşaret pê kir ku ew bi xiyanet û bêbextiyê hatin dîlgirtin û ev li gotinên xwe zêde kir:  "Ji roja em ketin destê wan û heta roja em hatin berdan, her tim li me didan, îşkece li me dikirin. Em di nava zehmetiyeke herî mezin re derbas bûn."

Xalid Omer bal kişand Peymana 29'ê Çileyê û got: "Yek ji xalên peymanê ew e ku hemû dîlgirtî werin azadkirin û vegerin nav malbatên xwe. Lê hikumeta demkî pêkanîna vê xalê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û dosyaya dîlgirtiyan dereng dixe.”

Xalid Omer destnîşan kir ku daxwaza wan azadkirina hemû dîlgirtiyan e.

Çalakî bi dirûşmên "Ji esîran re azadî" û “Em esîrên xwe dixwazin" bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA