Dîmenên mikurhatinên sîxurekî rejîma Îranê hatin weşandin

Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê dîmenên sîxurekî dewleta Îranê weşand ku li xwe mikur tê. YRK’ê diyar kir ku destê wî kesî di şehîdxistina fermandar Simko Kobanê de heye.

Dîmenên mikurhatinên sîxurekî rejîma Îranê hatin weşandin
19 gulan, 2026   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) dîmenên sîxurekî dewleta Îranê weşand û daxuyaniyek li ser mijarê da.

Di daxuyaniyê da hate gotin:

“Wek gelê me û raya giştî dizane di 19’ê Tîrmeha 2025’an de dema ku hevrê û fermandarê me Simko Kobanê li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama komployeke namerd de ji aliyê dagirkeriya Îranê ve hate şehîdxistin. Di encama lêpirsîneke berfireh de kesê ku ji nêz ve hevkarî û sîxurî kir, aşkera bû û hate cezakirin.

Di encama lêpirsîneke berfireh de hate zanîn ku hevalê me Simko Kobanê di encama komployeke namerd de hatiye şehîdxistin. Di destpêkê de me wisa dizanî ku di encama êrişeke bi dronan de hevreyê me hatiye hedefkirin. Lê di encama lêpirsînê de aşkera bû ku kesê bi navê Zanyar Şêxe hevalên me dibîne û bi radestkirina mayinekê ji aliyê dagirkeriya Îranê ve hate erkdarkirin. Di vê bûyerê de namerdbûna Îranê û tirs û xofa xwe ya mezin li beramber hêzên me, em pir vekirî û aşkera dibînin.

Wek yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê di rojên destpêkê dema ku hevalê me Simko Kobanê şehîd ket, me di daxuyaniyên xwe de anîbû ser ziman ku ev bûyer wê bê tol nemîne. Li beramber van êrişên namerd ku hevalên me dixin hedef û bi komployan diçin encamê, em ê heta dawî xwedî bersiv bin.

Wekî her kes dizane ji dîrokê û heta roja îro dewleta dagirker a Îranê bi komplo û êrişên namerdane her tim xwe li ser lingan girtiye û hebûna xwe daye domandin. Di rastiya vê bûyerê de jî careke din rûyê rûreş ê vê dagirkeriyê eşkere û vekirî careke din xuya dike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Zanyar Şêxe di dîmenan de bi hûrgilî behsa sîxurî û hevkariya bi dewleta Îranê re dike û hate gotin: “Wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê em ji wan kesên ku bi dagirkeran re di nava hevkariyê de ne û sîxuriyê dikin hişyariyên xwe dikin ku dest ji van karên qirêj berdin. Kesên ku xizmetê ji dagirkeriyê re dikin û destê wan di xwîna hevalê me hebe, teqez wê aqûbeta wan mîna ya Zanyar Şêxe be û em ê bê helwest nemînin.”