Li Kobanê çalakiya jinan

Rêxistina Kongra Star a bajarê kobanê ji bo kampayaya Keziyan ya ku hatî dest pê kirin, çalakiyek li dar xist.

Li Kobanê çalakiya jinan
Li Kobanê çalakiya jinan
Li Kobanê çalakiya jinan
Li Kobanê çalakiya jinan
Li Kobanê çalakiya jinan
Li Kobanê çalakiya jinan
Li Kobanê çalakiya jinan
12 sibat, 2026   14:24
KOBANÊ

Rêxistinan Kogra Star a bajarê kobanê ji bo qutkirina keziya şervana jin li qada Jina Azad a bajarê Kobanê çalakiyek lidarxist.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li wir Koordînasyona Kongra Star a Peyman Elûş axivî.

Peyman Elûş diyar kir ku jinên ku rûmeta mirovahiyê parastin di şoreşa 19`ê Tîrmehê de û şoreşa jin belavî tevahî cîhanê kir û wiha got: "Jinan bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyan têkoşîn kir û ev zihinyeta ku jinan dike hedef têk bir. Jin bi berxwedan û têkoşîn xwe bûn sembola azadiyê.

Peyman da zanîn ku çeta heta ji keziyên jinan ditirsin û tirsa li ser keziyên jinan, wan keziyek qut kir li şûna wê bi hezaran û milyonan keziyên jinan hene.

Piştî Keziya ku bi rengê Kesk, Sor û Zer ku bi destên jinan hatibû hûnandin, li pêşiya Qada Jina azad hat daliqandin.

Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan Azadî" bi dawî bû.

(sş)

ANHA