Di 10 rojan de 21 kes bûn qurbaniyên bermahiyên şer

Li Helebê û gundewarê Minbicê di 10 rojan de 21 kes ji ber teqîna mayînan û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Di 10 rojan de 21 kes bûn qurbaniyên bermahiyên şer
12 sibat, 2026   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundewarê Heleb û Minbicê ji destpêka sibatê ve 3 jê jin, 21 kes ji ber teqîna mayînan û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê,  di 1’ê Sibatê de gundên Bobena û Mihşiye Şêx Ubeyd jî di nav de li 5 gundên Minbicê tenê 17 kes ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku li gundewarê Efrîn û Dêr Hafirê jî heman bûyer rû dan.

(bb)

ANHA