Li dibistaneke Til Temirê ji bo piştgiriya şervanan xebata hevbeş

Di çarçoveya seferberiya giştî ya li Rojava de, mamosteyeke jin li Til Temirê li dibistanekê pêşengiya însiyatîfeke xwebeş ​​dike, rojane ji bo şervanên li eniyên pêş xwarinê amade dike.

12 sibat, 2026   14:55
TIL TEMIR

Li Dibistana Ednan El Malikî ya li Til Temirê, mamoste û berdevka Komîteya Rêxistinî ya Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Hêvîdar Mihemed Elî bi coş erkên mamosteyan destnîşan dike. 

Mamoste Hêvîdar dibêje: "Ragihandina seferberiya giştî ne tenê bangek ji bo şervanan bû, lê ji bo her endamekî civakê bû. Em, wekî mamoste, beşek ji vê axê ne, û erkê me ye ku em piştgiriyê bidin kesên ku me diparêzin."

Çîroka Hêvîdarê çend roj berê dest pê kir, dema ku wê û komek mamosteyan biryar dan ku xwarinê ji bo şervanên li eniyên pêş amade bikin.

Ji saetên serê sibê de, Hêvîdar û hevalên xwe xwarinê amade dikin. Dûv re ew xwarinê pakêt dikin da ku hîna germ bigêje şervanan.

Hêvîdarê got: "Her xwarinek ku em amade dikin ew beşdariya me ye ya seferberiya giştî ye û peyama me ji bo şervanên me yên li eniyên pêş e ku em bi we re ne.”

Hevîdarê diyar kir ku "Dema ku em dibihîzin ku moralê hêzên me bi saya vê hewldana hêsan bilind bûye, em hemû westandinê ji bîr dikin. Ev kêmtirîn tiştê ku em dikarin di vê demê de pêşkêş bikin.”

Çîroka Hêvîdar êdî ne tenê destpêşxeriyeke kesane ye, ew bûye mînakeke xebata sivîl a ji piştgiriya seferberiya giştî de û nîşan dide ku berxwedan ne tenê li eniyên şer e.

(k)