Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû

Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokên ya kantona Firatê ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê ve hatibû lidar xistin di roja duyemîn de dawî bû.

Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokan bi coş dawî bû
11 tebax 2024   14:22
KOBANÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê, 7’emîn Mîhrîcana Zarokan a li ser asta kantona Firatê, bi beşdariya dehan komên zarokan ên kontona Firatê di roja xwe ya duyemîn de bi coşek mezin dawî bû.

Mîhrîcan di bin dirûşma “Em Zarokên agir û rojê bi çand û hunera xwe tecrîdê têk bibin serokê xwe hembêz bikin” li navenda Çand û Hunera Baqî Xido hat lidarxistin, bi sedan zarokên bi cil, berg, xemla xwe ya kurdewarî û bi malbatên xwe ra amade bûn.

Di festîvalê de komên peymangeha vejîn sitran, Koma şano ya şehîd Sakîne, Koma Stranan ya Şehîd Xabûr, Koma govendê ya Şehîd Delîla, Koma Stranan ya keskesorê, Koma stranan ya Şehîd Sorxwîn, Newda hêviyên pêşerojê, Koma şano ya şehîd Mistefa, Koma stranan ya şehîd Ararat, Koma govendê ya şehîd Ronahî Bawer beştarê festîvalê bûn.

Di festîvalê de bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe" û “Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Di dawiyê de xelat li zarokên hatin belav kirin.

(sş)

ANHA