Li Iraqê ji ber teqîna mayinê 6 kes mirin

Li bakurê Bexdayê di encama teqîna mayinekê de ji heman malbatê 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Iraqê ji ber teqîna mayinê 6 kes mirin
23 gulan, 2024   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê da zanîn ku li ser rêya Bîcî –Tekrît a parêzgeha Selaheddîn a li bakurê Bexdayê ji ber teqîna mayinekê 6 kes ji malbatekê hatine kuştin.

Çavkanî diyar kir ku hêzên ewlehiyê cenazeyên 6 kesan birine tiba edlî ya li Tekrîtê û lêkolîn daye destpêkirin. Her wiha destnîşan kir ku di encama lêkolînê de derket holê ku mayin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye çandin û bi erebeyê ve teqiyaye.

(bb)