Li Iraqê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Wezareta Karên Hindur a Iraqê ragihand ku di encama hinek operasyonên li sînorê parêzgeha Nînowayê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li Iraqê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
6 kanûn, 2023   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hindur a Iraqê der barê hinek operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li parêzgeha Nînowayê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama hinek operasyonên li sînorê parêzgeha Nînowayê hatin lidarxistin de, 9 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin ku li gorî madeya 4 ya terorê dihatin lêgerîn.

Her wiha hate destnîşankirin ku çeteyên hatine girtin, ji bo darizandinê radestî Rêveberiya Îstîxbarat û Dijî Terorê ya Nînowayê hatiye kirin.

Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2 çete li rojavayê bajêr hatine girtin, yên din jî li hinek tax û navçeyên li aliyê rast û çepê bajarê Musilê hatine girtin.