Li Til Koçerê rola komînan hat nîqaşkirin

Li bajarê Til Koçerê konferansa komînan hate lidarxistin. Di konferansê de mekanîzma çalakkirina rola komînan û zehmetiyên li pêşiya wê derdikevin, hatin nîqaşkirin. Her wiha aliyên rêxistinî û perwerdeyî jî hatin şîrovekirin. Di dawiya konferansê de hat destnîşankirin ku komîn bingeha sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.

16 îlon, 2025   18:44
QAMIŞLO

Li bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê konferansa komînan bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk e" li hola Hêzên Parastina Civakî (HPC) hat lidarxistin. Di konferansê de endamên komînan ên bajêr û bajarokên wî, rûspiyên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, kesayetên civakî û endamên saziyên sivîl û yên xizmetguzarî amade bûn.

Di serî de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan li ser rola komînan di civakê de ji aliyê endamê Meclisa bajarê Til Koçerê Hisên Eyo ve hatin xwendin.

Piştre bendên li ser komînan ên di Peymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin xwendin.

Beşdaran der barê rêbazên çalakkirina rola komînan de diyar kir ku divê komîn bi awayekî rastîn were naskirin û tenê wekî saziyeke xizmetguzariyê neyê dîtin. Her wiha beşdaran teqezî bi girîngiya vekirina perwerdeyên li ser komînan ji hevserok û endamên komînan re, da.

Di berdewama nîqaşê de girîngî bi çareserkirina pirsgirêkên jinan di komînan de hat dayîn û pêşniyar hat kirin ku sîstema komeleyên hevkariyê ji bo pêşxistina aboriya civakî were meşandin.

Di konferansê de gelek pêşniyar hatin kirin ku jê:

- Her welatiyek û endamên saziyên Rêveberiya Xweser endamên komîn e.

- Komîn ji nû ve werin birêxistinkirin û komîteyên wê jî li gorî Peymana Civakî werin sazkirin.

- Rola jinan di aliyê rêveberî de were pêşxistin.

- Navend ji komînan re werin avakirin.

- Roja şemiyê bibe roja komînan ji bo ku tê de endam û komîteyên komînê beşdar bibin.

- Perwerde ji hevserokên komînan re werin vekirin da ku felsefeya neteweya demokratîk û rola komînan nas bikin.

Hate diyarkirin ku ev pêşniyar dê di civîna giştî ya komînan de ku dê li ser asta kantonê bê lidarxistin, werin nirxandin.

Di dawiya konferansê de hemû komîn ji bo beşdariya di çalakiya li parka Dîcle ya bajarê Dêrikê de hatin vexwendin.

(mh/şx)

ANHA