Li Humsê nexweşiya îltîhaba kezebê derketiye

Nexweşiya îltîhaba kezebê li gundên rojavayê Humsê derketiye. Şênî çareseriyê dixwazin û dibêjin bila kaniya El Zara were paqijkirin.

Li Humsê nexweşiya îltîhaba kezebê derketiye
24 hezîran, 2026   06:45
HUMS

Li bajarokê El Zara yê girêdayî herêma Tel Kelexê yê dikeve rojavayê bajarê Humsê, derdora 9 hezar û 500 mirov dijîn. Şêniyên bajarokê diyar kir ku nexweşiya îltîhaba kezebê (hepatît) derketiye û pêdivî heye ku rewşa zarokan were şopandin û tedbîrên pêşîgirtinê werin girtin. Şênî bi fikarin ku nekarin vê nexweşiyê bixin bin kontrolê û belav bibe.

Her wiha şêniyan anîn ziman ku ava kaniya El Zara gemarî ye û rasterast bandorê li jiyana wan dike. Gelek malbat neçar dimînin ku avê ji çavkaniyên dîtir bigirin û vê yekê barê wan giran kiriye.

Piştî ku nexweşiya îltîhaba kezebê derketiye şêniyên bajarokê El Zara tirsiyane û ji bo zarok, pîr û kalan biparêzin, diçin navendên tenduristiyê û testên wan çêdikin.

Li gorî belgeyên Gerînendetiya Tenduristiyê ya Humsê, di Nîsana îsal de 40 kes û di Gulanê de jî 35 kes, nexweşiya îltîhaba kezebê bi wan re çêbûye. Tê gotin ku vê mehê (Hezîranê) nexweşiya hepatîtê bi çend kesên din re çêbûye.

Aliyên tenduristiyê diyar kir ku piştî nexweşiya îltîhaba kezebê belav bû, wan ava giştî û ava kaniya El Zara tehlîl kirine û di encama tehlîlên wan de derketiye ku ava bi giştî paqij e lê ava kaniya El Zara gemarî ye û nayê vexwarin.

Şaredarê El Zara Merwan El Misrî diyar kir ku kaniya El Zara yek ji şûnwarên kevnar ên bajarokê El Zara ye. Şêniyên El Zara hîna ava xwe ji kaniya El Zara digirin. El Misrî got wan bi alîkariya şêniyan kanî û xetên avê paqij kirine lê hîna kanî paqij nebûye. Pêdivî pê heye ku pirsgirêka gemarî ya kaniya El Zara were çareserkirin.

Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Humsê da zanîn ku ava giştî paqij e lê ava kaniyê ne paqij e û şênî bi kar tînin.

Ji bo nexweşiya îltîhaba kezebê belav nebe Gerînendetiya Tenduristiyê û Saziya Giştî ya Ava Vexwarin û Kanalîzasyonê klor li şêniyan belav kir û şênî hişiyar kirin.

Şêniyên El Zara got hişyarî têrê nake, divê ava kaniyê were paqijkirin.

Pisporan da zanîn ku pirsgirêk ne tenê di avê de ye, divê jîngeh neyê gemarîkirin û girîngiyê bidin paqijiyê.

(np)

ANHA