Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest

Şaredariya Gel a Hesekê ji ber kombûna çopê lêborîna xwe ji şêniyên Hesekê xwest û diyar kir ku alavên wan ên paqijiyê û madeyên sotemeniyê kêm in.

Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
Şaredariya Hesekê lêborîn ji şêniyan xwest
24 hezîran, 2026   05:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şaredariya Gel a Hesekê dest bi projeyên xwe yên xizmetguzariyê kiriye, rêyan zîft dike, ragar û torên kanalîzasyonê sererast dike. Rojane jî paqijiya giştî bajarê Hesekê paqij dike û çopê radike. 

Li kolan û taxên bajarê Hesekê çop gelekî li ser hev kom bûye û şênî gelekî ji vê yekê aciz bûne.

Rêveberiya Ofîsa Rêveber a Şaredariya Gel a Hesekê Silava Ehmed der barê pirsgirêkên xizmetguzariyê de ji ajansa me re axivî û got: "1`ê Gulanê me li Hesekê dest bi zîftkirine kir. Me ji kolanên giştî, yên herî zêde têne bikaranîn û gelek ziyan dîtine, dest pê kir. Heyanî niha şaredariyê li Hesekê 4 hezar metrekab zîft kiriye û kortên li ser rêyan girtine. Xebata zîftkirine hîna didome. Her wiha em torên kanalîzasyonê, ragaran sererast dikin û kolanan paqij dikin."

Silava Ehmed li ser navê şaredariyê lêborîn ji şêniyan xwest û wiha got: "Li kolanên bajar çop kom bûye, em lêborîna xwe ji şêniyan dixwazin. Li bajar çop gelekî kom dibe, alavên me yên paqijkirinê û madeyên sotemeniyê jî kêm in. Ji ber vê yekê çop zêde bûye. Em zehmetiyê dibînin û em dizanin ku kêmasî di xebatên me de hene. Ew jî ji ber madeyên sotemeniyê kêm in. Em niha hewl didin çopa zêde li ser hev kom bûye û rêyên sereke paqij bikin."

Silava Ehmed xwest madeyên sotemeniyê erzan bidin wan û got ew ê hejmara karkerên paqijkirinê zêde bikin û kesên çopê diavêjin, hesab ji wan bixwazin. Ji şêniyan jî xwest bi wan re bibin alîkar û çopê neavêjin kolanan.

(np)

ANHA