Dewleta Tirk bombe li Biradostê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Biradost bombebaran kir.

  Dewleta Tirk bombe li Biradostê barandin
30 cotmeh, 2023   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, devera Geliyê Reş, Çiyayê Şekîf û çend deverên din ên herêmê bombebaran kirin.

Hate gotin, ji bilî ziyanên madî yên gihayî welatiyên deverê, têkildarî ziyanên canî hene yan ne, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Her wiha li gorî Rojnews, bombebaran di saet 18:00’an de pêk hatiye û heta niha jî liv û tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê berdewam e.