Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû

Bi beşdarbûna dilxwazên ji Gerînendetiya Jîngehê, hevserokên komînan, endamên Şaredariya Gel, Heyva Sor a Kurd û rêxistineke îtalyayî kampanyeyeke jîngehî li bajarê Hesekê hate destpêkirin. Dê kampanya 3 rojan dewam bike.

Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
Li Hesekê hemleya hişmendiya jîngehî bi rê ve çû
23 îlon, 2025   16:09
HESEKÊ

Îro li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê kampanyaya zanista jîngehî bi sernavê “Sifir Qirêj” hate destpêkirin. Kampanya dê 3 rojan dewam bike û bi armanca pêşxistina çanda hişmendiya paqijiya giştî û parastina hawirdorê tê lidarxistin.

Kampanya ji Çerxerêya Sînalko dest pêş kir û heta navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Kelasê bi rê ve çû. Dilxwazên ji Gerînendetiya Jîngehê, hevserokên komînan, endamên şaredariyê, Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Un Ponte Per (UPP) ya îtalyayî beşdarî kampanyayê bûn.

Di kampaniyê de selikên çopê li welatiyan hatin belavkirin, çalakiyên rêxistinkirin û pêşxistina hişmendiya paqijiyê di nava welatiyan û kêmkirina qirêje hate parvekirin. Di heman demê de ji bo pêşxistina rola saziyan di xebatên paqijiyê de û belavkirina zanista jîngehî di nava civakê de xebat hate meşandin.

Komîteya birêveber destnîşan kir ku ev insyatîf di çarçoveya pirojeya hevbeş a 4 aliyên sereke cihê xwe tê de digrin bi rê ve çûye. Ew alî Mudîriyeta Jîngehê, Şaredariya Gel, Heyva Sor a Kurd û rêxistina UPP’ye. Fînaseya wê jî bi alîkariya bajarê Bolzano û Buroya Têkiliyên Derve û Pêşxistina Dilxwaziyê û Alîkariya Geşkirinê pêk hatiye. Buroya behsa mijarê girêdayî rêveberiya xweser a bajarê Bolzano yê Îtalyayê ye.

Li gorî komîteya amdekar kampaniya bi armanca beşdarkirina civakên herêmî ya çalak di xebatên parastina jîngehê de û peydakirina sîstemeke domdar dikare li bajarên din jî pêk were, hatiye lidarxistin.

(dc)

ANHA