Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin

Li bajarokê Xenameyê yê Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin.

Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
Li Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin
23 îlon, 2025   15:53
HESEKÊ

Meclisa Bajarokê Xenamiyê yê Dirbêsiyê bi armanca xurtkirina rihê tevkarî û birêxistinkirina kar û barên şêniyan 2 komîngeh ava kirin. 

Meclisê li gundê Sorsork komîngehek bi navê Şehîd Cîhad Miêş û li gundê Rîhanyê jî komîngehek bi navê Şehîd Hemze vekirin. Di merasîmê vekirina her du komîngehan de endamên saziyên sivîl û meclisên bajarokê Xenamiyê amade bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Hate diyarkirin ku komîn bingeha avakirina civaka demokratîk in û avakirina wan berpirsyariya herî kesî ye. Di axaftinan de îşaret bi rola komînan di xurtkirina têkiliyên civakî, bicihanîna pêdiviyên civakî û avakirina civakeke demokratîk de hat kirin.

(bb)

ANHA