Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Şêniyên bajarê Hesekê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên herêmê rojeke dîrokî û roja azadî û aştiyê ye.

Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
6 nîsan, 2025   20:57
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) şahiyek li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi dirûşma "Ji bo azadiyê, dem dema pêşengtiyê ye" şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamên yekitiyê, saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên jinan û şênî amade bûn.

Di şahiyê de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj bixêrhatina beşdaran kir û got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan di hemû aliyan de rê li ber jinan vekir."

Endama Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo jî axivî û got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên herêmê rojeke dîrokî ye û ket dîroka Kurdistanê, ji ber ku ew roja azadî û aştiyê ye."

Piştre hunermendan û komên mûzîkê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

(mh/fr)

ANHA