Di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de; Ji Siwêda û Qamişloyê şano

Di çarçoveya Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de, îro ji aliyê komên Qamişlo û Siwêdayê 2 şano hatin pêşkêşkirin. Şanoyan bal kişand ser bandora fikra civakê li ser ciwanan û dayikên ku her dem daxwaza aştiyê dikin.

6 nîsan, 2025   20:23
QAMIŞLO

Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li ser asta Sûriyeyê û Kurdistanê di bin dirûşma "Welatparêzê rastîn hunermendekî wêrek e” bi organîzekirina Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Komîna Şanoyê li ser dikên navendên çandê yên bajarê Qamişlo didome.

Di çarçoveya bernameya festîvalê de îro 2 şanoyên bi navê “Parenoya” û “Îcar” hatin pêşkêşkirin. Ji bo temaşekirinê ciwan, hezkirên şanoyê û hejmarek ji şanogeran li holan amade bûn.

ŞANOYA “PARENOYA”

Şanoya yekemîn a ku li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate lidarxistin bi navê “Parenoya” hat pêşkêşkirin. Nivîskarê şanoyê Ebas El Hayik û derhêneriya wê Mihemed Omer e û ji aliyê koma Şehîd Osman a Qamişloyê ve hat lîstin.

Di şanoyê de lîstikvan Dilcan Osê bi lîstika xwe bal kişand ser bandorên neyînî yên ku kevneşopiya civakê li ser ferd an ciwanan, ku ew fikr ji hêla malbatê ve di kesayeta wî de tê çandin, malbat tirsa nexwendinê dixe dilî wî. Piştre ew ew ferd li dibistanê ji hêla mamosteyê xwe ve û herî dawî di karmendiya xwe de rastî nexweşiya derûnî tê.

Di saziya dixebite de jî ew ferd rastî zordariyê û cezakirina bi rêya kêmkirina fonan tê. Her wiha di jiyanê de newêrek dibe û kesayeta xwe lawaz dibe. Heta di mezinbûna xwe de jî êdî nikare biryarekê der heqê jiyana xwe de bide.

ŞANOYA “ÎCAR”

Şanoya duyemîn a bi navê “Îcar” bi nivîsara Elî Ebid El Nebî El Zêdî û derhêneriya Mean Duwêir ve  ji hêla Koma Mudîriyeta Çandê ya ku ji Siwêdayê hatiye hate pêşkêşkirin. Şano li hola Navenda TEV-ÇAND hat pêşkêşkirin

Di şanoyê de dayika ku zarokên wê di encama şer û pevçûnên li herêmê rû didin û jiyana xwe ji dest dane de, şano lîst. Ew dayik bi êş û bêrîkirina zarokên xwe dijiya û piştre daxwaza zarokên bi kirê dikir. Ji wan zarokan jî dixwest ku dûrî şer bikevin û ji bo ku wan ji leşkertiyê dûr bixe, dixwest mala xwe bê derî ava bike. Bi vê lîstokê lîstikvan dixwest peyama dayikan a daxwaza aştiyê bide pêş.

Di navbera her du şanoyan de ji aliyê mamosteyê beşa Şanoyê Ehmed Mekaratî ve bi sernavê “Sînografiya” semînerek hate dayîn.

Festîval 11`ê Nîsanê bi diyarkirina komên serkeftî bi dawî dibe.

(sb/fr)

ANHA