Li dijî qirkirinê berxwedana Êzidiyan-Sîpan SILO

Li dijî qirkirinê berxwedana Êzidiyan-Sîpan SILO
7 nîsan, 2025   05:06

Dibe ku Şengal ne herêmeke erdnîgarî ya mezin be, lê şahidiyê ji dîrokeke dirêj a berxwedan û rêxistinbûyînê ya civaka Êzidî ya li hemberî fermanan re, dike.

Êzidiyên ku yek ji gelên herî kevn ên Mezopotamyayê ne, di dîroka xwe de bi hewldanên dagirkerî û biçûkxistina hebûna xwe ya çandî û olî re rû bi rû mane. Civaka Êzidî tevî ferman, êrişên qirkirin, înkar û koçberkirinê çand û baweriya xwe ya ku dîroka wê bi hezarên sal e, parastiye.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrişeke qirkirinê ku wekî fermana 74’an hatiye naskirin li dijî civaka êzidî ya Şengalê dan destpêkirin. Tevî ku zêdetirî 10 sal di ser vê fermanê re derbas kir û Şengalê hat rizgarkirin, lê êrişên li ser Şengalê yên bi armanca têkbirina berxwedan û rêxistinbûnayîna êzidiyan hîna jî bi dawî nebûne.

Rêber Abdullah Ocalan 18’ê Adara îsal (2025) peyamek ji civaka êzidî re şand.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de dibêje: "Dîroka gelê me yê Êzidî dîrokeke wisa ye; bûye şahidê komkujî, mişextî, zilm û êşên mezin. Ango di van qonax û îmtîhanan re derbas bûye. Êzidîtî yek ji baweriyên herî kevn û civakên herî kevnar ê Mezopotamyayê ye. Ji bo parastina çand, nasname û hebûna xwe berdêlên mezin dan. Trajedî û fermanên li serê wan hatin rakirin, ne tenê di wijdanê gelê me de, di wijdanê hevpar ê mirovahiyê de jî kûr cih girtiye. Di tevahiya dîrokê de bi êrişan re rû bi rû man, lê tevî hertiştî jî bi berxwedanê hebûna xwe domandin. "

Rêber Abdullah Ocalan dibêje, Tu nêzîkatiya ku azadiya gelê me yê Êzidî nas neke û tune bihesibîne nemeşrû û rewa ye. Rêber Abdullah Ocalan her wiha bang li civaka êzidî dike ku li her dera lê ye bi xwerêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe misoger bike.

Axaftina li ser berxwedan û rêxistinbûna Şengaliyan di wextekî hesas de tê kirin; 18’ê Adarê hêzên artêşa Iraqê li Şengalê êrişî wesayîta şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin û 5 şervan dîl girtin. Tevî bangên Rêveberiya Xweser, malbatên şervanan û xelkê Şengalê jî, lê heya niha her pênc şervan nehatine berdan. Ev êriş ne ya yekemîn e ku artêşa Iraqê li ser Şengalê dike. Ji dema rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê (2015), ji aliyê artêşa Iraqê ve gelek êriş li ser şervanên YBŞ û Asayîşa Êzidxanê hatine kirin.

Di 4’ê Tebaxa 2024’an de jî keç û xortên Şengalê ji bo parastina herêmên xwe Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jinên Azad – Star (YJA-STAR), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rola xwe lîst. Wî şerî ji Xanesor û Sinonê heta Şilo, Sîba Şêx Xidir û Til Benat dom kir.

Piştî fermana dawîn Êzîdiyan nas kir ku ji berxwedanê pêve tu rêbaz ji bo ku xwe biparêzin tune ne. Ji ber wê jî biryara avakirina YBŞ’ê berpirsiyariyeke mezin bû. Di Sibata 2015’an de jinên ciwan ên Şengalê jî Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) ava kir. Ev gav jî diyar dike ku parastina Şengalê ne tenê erkek e, lê belê girîngiyeke mezin e.

Di êrişa dawîn a artêşa Iraqê ya li dijî YBŞ’ê de, hedefgirtina rasterast a civaka Êzîdî ya ku di parastina xaka Iraqê ji terorê de pêşengtî kiribû, diyar dike. Ji ber wê jî, pêwist e ev êriş wekî bûyereke ji rêzê ku di encamê de hin şervan hatin dîlgirtin neyê dîtin. Divê wekî êrişa li dijî mîraseke dirêj û dîrokî ya gelê Êzîdî were dîtin. Di wê çarçoveyê de jî divê hikumeta Iraqê li hemberî gelê Êzîdî lêborînê bixwaze. Ew gelê ku heta niha di nav goran de li qurbaniyên xwe yên di êrişên DAIŞ’ê de çûne, digere.

DAWÎ:

Tevî zehmetî û êşên mezin ên ku Êzîdiyan kişandine, lê dîsa jî berxwedana wan a di serdeman de îsrar û berxwedana wan a parastina nasnameya xwe ya çandî û olî, diyar dike. Divê hikumeta Iraqê jî di nêzîkatiya mijara Şengalê û Êzîdiyan de, vê yekê di ber çavan re derbas bike. Di vê demê de, ji bo ku jiyan wekî berê vegere, êş werin derbaskirin û kavilên di encama şer û fermanan de ji nû ve werin avakirin, hewldan tên kirin, da ku çanda Êzîdî li hemberî tundî  û qirkirinê û berxwedana gelê Êzîdî, bibe şahid.

(mh/fr)

ANHA