Li herêma Cizîrê baranên gur û teyrok dibarin

Li bajarên herêma Cizîrê baranên dijwar û teyrok dibarin û li deverên din ên Sûriyeyê jî baran dibare û îhtîmala barîna berfê li deverên bilind heye.

Li herêma Cizîrê baranên gur û teyrok dibarin
Li herêma Cizîrê baranên gur û teyrok dibarin
Li herêma Cizîrê baranên gur û teyrok dibarin
Li herêma Cizîrê baranên gur û teyrok dibarin
30 adar, 2026   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Meteorolojiyê ragihand ku li herêma Cizîrê, bi taybetî Hesekê û hin deverên bakurê Dêrazorê, baranên dijwar û teyrok dibarin.

Her wiha destnîşan kir ku li Reqayê jî baranên gur û teyrok dibarin û bahoz hene, di heman demê de li gelek herêmên din jî baranên gur dubarin.

Rêveberiyê da zanîn ku li paytext Şamê û herêmên başûr û rojhilat jî baranên sivik dibarin û îhtîmala barîna berfê li deverên çiyayî yên bilind heye.