Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin

Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Xebat Qamişlo merasîma xiyabî hat lidarxistin
30 adar, 2026   15:08
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şervanê QSD`ê Qanî Osman (Xebat Qamişlo) ku di 26`ê Çileyê de li Çelebiyê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li gundê Arzane yê Tirbespiyê li pêşiya mala wî li dar xist.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û got “Em bi şehîdên xwe serbilind in û em her dem soza xwe bi şehîd û malbatê şehîdan re nû dikin.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb jî got: “Şehîdên me mîna Xebat û hevalên wî, gotin em hene û em ê her tim hebin û li ber xwe bidin.”

Silêman Ereb got pêwîstî bi xurtkirina yekitiya Kurdan heye, ev demek hesas e û destnîşan kir ku ew êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û ji bo gelê Başûr piştevaniya xwe nîşan didin.

Rêvebera Kongra Star a Tirbespiyê Şame Mehmûd jî got: “Em soza xwe ya ji bo berdewamiya destekefiyên şehîdên xwe biparêzin, nû dikin û em ê her dem li pey şehîdên xwe bin.”

Bi navê Kongra Îslama Demokratîk Silêman Arif jî diyar kir ku şehîd ji bo welatê xwe rih û canê xwe feda dikin da ku gel bi azadî bijî û ew bi şehîdên xwe serbilind in.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî Dilbirîn Ferho jî got ew wek hêzên leşkerî ji bo parastina gel û welatê xwe hazir in ku canê xwe feda bikin û got: “Em ê xwedî li destekftiyên şehîdên xwe derkevin û gelê xwe ji êrişan biparêzin, ev soza me ye.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Xebat Qamişlo hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(ex)

ANHA