Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê: Hejmara birîndaran gihaşt 6 hezarî

Di şerê DYA-Îsraîl yê li dijî Îranê de hejmara birîndar û kuştiyan zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîl da zanîn ku ji destpêka şer ve 6 hezar û 8 kes birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê: Hejmara birîndaran gihaşt 6 hezarî
30 adar, 2026   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku ji destpêka ku li hemberî Îranê şer dest pê kiriye heyanî îro (Duşem), hejmara kesên li Îsraîlê birîndar bûne, gihaştiye 6 hezar û 8 kesî. 

Wezaretê diyar kir ku 121 birîndar niha li nexweşxaneyan in û rewşa yekî giran e, rewşa 16 birîndaran jî di xetereyê de ye.

Her wiha wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 232 birîndar rakirine nexweşxaneyan.v