‘Li hember dorpêçê em bê deng namînin’

Rûspiyên Efrîn û Şehbayê diyar kir ji ber dorpêça hikumeta Şamê, gel bi zehmetiyên giran re rû bi rû dimîne û got li hember dorpêçê dê bê deng nemînin.

‘Li hember dorpêçê em bê deng namînin’
6 sibat, 2024   03:34
ŞEHBA

Rûspiyên Efrîn û Şehbayê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê û bêdengiya rêxistinên mirovî şermezar kirin. 

Rûspiyê êla Ebo Xemîsî Elî Xemîsî got: “Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker em ji hêrêmên xwe derkertin. Dorpêça hikumeta Şamê ji bo şikandina vîna me ye. Lê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."

Elî Xemîsî wiha domand: "Li şûna ku aloziyê çareser bike, bi rêya tengavkirin û dorpêçkirina sûriyeyiyan û siyaseta birçîkirinê, rewşê aloztir dike. Armanca wan şikandina vîna me û koçberkirina me ye."

Her wiha Elî Xemîsî got: "Em tu carî bi siyaseta dorpêçê nayên xapandin û em dev ji berxwedana xwe bernadin. Divê rêxistinên mafên mirovan ji bo rawestandina vê siyasetê bê deng nemînin."

Her wiha Rûspiyê êla Dimbilî Hec Nedîm Sadêq destnîşan kir ku 6 sal e koçberên Efrînê di kampan de dijîn û hikumeta Şamê dorpêçeke giran li wan ferz kiriye û wiha pê de çû: "Ev nîşaneya karesateke mirovî ye. Dewleta Tirk dikuje, hikumeta Şamê dorpêç dike, van kiryaran li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê dikin."

Hec Nedîm Sadêq jî wiha lê zêde kir: "Em bê deng namînin, em ê hewl bidin vê dorpêçê bi dawî bikin."

ANHA