Cotkaran dest bi çandina berhemên aromatîk kir

Cotkarên li gel barîna baranê ya zêde dest bi çandiniya berhemên aromatîk kir.

Cotkaran dest bi çandina berhemên aromatîk kir
Cotkaran dest bi çandina berhemên aromatîk kir
Cotkaran dest bi çandina berhemên aromatîk kir
Cotkaran dest bi çandina berhemên aromatîk kir
Cotkaran dest bi çandina berhemên aromatîk kir
Cotkaran dest bi çandina berhemên aromatîk kir
6 sibat, 2024   05:36
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Di deh salên derbasbûyî de berhemên aromatîk bala gelek cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kişand.

Îsal gelek cotkar ji ber rewşa avhewayê û li gel barîna baranê li herêmê ku mewsimeke berhemdar peyda dike, berê xwe dan çandina berhemên aromatîk, bi taybet kemyon, reşreşik, kuncî û aniseyê.

Kemyon di warê çandiniya aromatîk de li herêmê di rêza yekemîn de ye, ji ber ku biha ye û pêwîstiya wê bi kêmtirîn avê li gorî berhemên din heye. Kîloyeke wê 10 dolaran e anku 150 hezar lîreyê Sûriyeyê.

Berhemên aromatîk bi gelemperî ji dawiya Çileyê heta nîvê Sibatê tên çandin û di meha Gulanê de tên çinîn, lê ew ji çandinên din cuda ne ku bi destan tê xepirandin û çinîn.

Cotkarê bi navê Hesen El Îbrahîm ê ji navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê ku kemyon li erdên xwe çandiye, ji ajansa me re wiha got: "Ji ber ku li gorî berhemên din çandiniya bi qezenc tê hesibandin, min kemyon çand."

Abdullah El Hemad jî got: "Pêdiviya genim û ceh bi miqdareke mezin a avê heye û eger em wan biçînin dibe ku em rastî zehmetiyên kêmbûna baranê werin, mîna ku di sala borî de çêbûye. Ji ber vê yekê îsal bi barîna zêde ya baranê re me kemyon çand."

Berhemên aromatîk salên baran zêde dibare, tên çandin û avhewaya herêmê ji çandina wan re guncaw e.

Cotkarê bi navê Hesen El Mixlef jî destnîşan kir ku ji ber sûdên wê yên aborî, kemûn çandiniye û her wiha diyar kir ku li gorî genim û ceh, di rûberên biçûk de tê çandin.

Pêwîstiya her hektarekê bi 25 heta 30 kîlogram tovê kemyonê heye ku ger baran baş be û nexweşî tune bin, derdora 250 heta 400 kîlogramî berhem jê tê.

(şx)

ANHA