Kovan a Êzidî serpêhatiya xwe vegot

Kovan Xorto ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin serpêhatiya xwe ya 9 salan vegot.

Kovan a Êzidî serpêhatiya xwe vegot
Kovan a Êzidî serpêhatiya xwe vegot
6 sibat, 2024   04:40
HESEKÊ

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 4'ê Sibatê di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de ya 27'ê Çileya borî li kampa Holê hatibû ragihandin ciwaneke Êzidî rizgar kir.

Jina Êzidî Kovan Îdo Xorto (24) ji gundê Herdan ê Şengalê ye. Kovan di 2014'an de tevî dê, bav, 4 xwişkên xwe û şêniyên gund ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, Kovan 14 salî bû. Çeteyan Kovan û bi hin revandiyên din re dibin cihekî nêzî sînorê Sûriyeyê û  li wir 8 rojan di dibistanekê de dimîne.

Piştî 9 rojan çeteyên DAIŞ'ê zarok û jinên ciwan ji malbatên wan  vediqetîne û her komekê dişîne devereke Iraqê. Kovan û hin jinên din ji bo Mûsilê, paşê ji bo Tileferê tên veguhestin.

Kovan serpêhatiya xwe bi ajansa me re parve kir. Diyar kir ku çeteyekî bi navê Muwefeq êrişa zayendî li dijî kir, piştre wê bir gel xizmên wê yên li Tileferê, piştre jî wê radestî çeteyekî din kir û wê bir Musilê.

Kovanê destnîşan kir ku piştî Musilê çeteyên bi navê Ebû Dunya û Ebû Ebid wê birin parêzgeha Selahedîn.

Kovanê diyar kir ku serçeteyekî DAIŞ'ê bi navê Ebû Cafer (Heyder) bi çete Ebû Dunya re têkilî danî û ji wî xwest ku wê li Felûce radestî wî bike. Kovan her wiha anî ziman ku çete Ebû Cafer êrişa zayendî li dijî wê kir, gelek caran lê dida û wê kelemçe dikir.

Kovan destnîşan kir ku wê gelek caran hewl da bireve, lê çete pê dihisiyan û lê didin.

Li gorî Kovanê, piştî 2 salan serçeteyê bi navê Ebû Cafer wê radestî çeteyê bi navê Ebû Redwan kir. Çete Ebû Redwan jî wê radestî çeteyê bi navê Ebû Huzeyfe kir.

Trajediyaya Kovanê li Iraqê bi dawî nebû.  Çete Ebû Huzeyfe Kovan bi xwe re dibe bajarê Bokemal ê Dêrazorê. Çete Ebû Huzeyfe li Çolistana Sûriyeyê tê kuştin. Piştre Kovan bi çeteyê bi navê Ebû Asye El Cemîlî re tê zewicandin.

Bi pêngava rizgarkirina Dêrazorê re, Kovan tevî hinek malbatên DAIŞ’ê yên xwe radest kiribûn  di 2018'an de ji bo kampa Holê tên veguhestin.

Kovan destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê gef li wan dixwarin eger nebin misilman dê werin kuştin û got: "Ji me re digotin hûn kafir in."

Kovan  di salên mayîna xwe ya li kampa Holê de ji tirsa ku ji aliyê çeteyan ve were kuştin, nasnameya xwe aşkare nedikir.

Kovan spasiya YPJ'ê kir û bang li hemû Êzidiyên revandî kir ku nasnameya xwe aşkera bikin " Ji bo ji zordariyê xelas bibin û vegerin malên xwe."

Kovan Îdo Xorto da zanîn ku tu agahiyên der barê malbata xwe de li ba wê tune ne, lê ew hîn bi hêvî ye ku wan bibîne.

Li gorî malpera YPJ’ê, Kovan duh bi hevkariya YPJ û YBŞ’ê bi rêya telefonê bi hin xizmên xwe yên li Şengalê mane re axivî.

(mh)

ANHA