Li Hemayê 2 hezar donim genim di bin avê de maye

Di encama lehî û barana zêde de rûberên mezin ên zeviyên genim li herêma Sehil El Xab a Hemayê zirar dît. Cotkaran xwest tazîmat ji wan re were dayîn.

Li Hemayê 2 hezar donim genim di bin avê de maye
14 nîsan, 2026   05:35
HEMA

Barana dijwar a ku di 2 hefteyên borî de li herêma Sehil El Xab a Hemayê barî, bû sedem ku zêdetirî 2 hezar donim zeviyên genim li herêmên Şeta û Eyn El Krumê di bin avê de bimînin û telef bibin.

Li gorî cotkaran, hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi zanebûn torên avê paşguh kirine. Ji bo vê yekê jî tu tazmînat ji fona karasetên xwezayî nadin cotkaran. Cotkaran got ku av ji 10 rojan zêdetir e di zeviyên wan ên çandiniyê de kom bûye û  zirar daye zeviyan.

Cotkarê bi navê Heyan Esed yê ji gundê Şethayê got bi salan e ew ji ber paşguhkirina bi zanebûn êşê dikişînin û bi bîr xist ku ji dema rejîma berê ve kanalên sereke nehatine paqijkirin û zeviyên wan bi hefteyan di bin avê de dimînin.

Cotkaran daxwaza başkirina binesaziyê û aktîfkirina Fona Karesatên Xwezayî kir da ku tazmînatê bidin mexdûran.

Cotkaran her wiha diyar kir ku zêdetirî 2 hezar doniman zirar dîtiye. Her wiha zêdetirî 10 rojan erd di bin avê de mabû, lê tu destwerdan nehatin kirin, di encama vê yekê de kokên berheman kufikî bûne û şaxê wê telef bûn.

Cotkaran destnîşan kir ku torên avdanê yên xirabbûyî nehatine sererastkirin, sererastkirinên ku Desteya Pêşxistinê ya Sehil El Xab pêk anîne, şeklî ne. Cotkaran xwest der barê ziraran de komîteyên lêkolînkirinê werin avakirin û ji bo rêgirtina li ber dubarebûna vê pirsgirkê tedbîr bêne girtin.

Der barê mijarê de Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Rêveberî û Pêşvebirina Deşta Xabê daxuyaniyek da. Nivîsgehê diyar kir ku li herêma Sehil El Xab zêdetirî 360 kîlometre kanalên avdanê yên herêmê hatine sererastkirin û planeke awarte di odeyeke operasyonên navendî de bi hevkariya Servîsa Parastina Sivîl re hatiye amadekirin. Lê di daxuyaniyê de sedemên binavbûna zeviyên çandiniyê nehat aşkerakirin. Nivîsgehê da zanîn ku ekîbên wan çareserkirina pirsgirêkên kombûna avê didomînin.

Çavdêran destnîşan kir ku hejmara ragihandî ya der barê sererastkirina 360 kîlometre kanalan de, rastiya xizmetguzariyên li herêmê nîşan nade. Her wiha gotin çareseriyên ku hatine kirin jî demkî ne, lewre zevî di bin avê de mane.

Cotkar diyar dikin ku mekanîzmaya Fona Karesatên Xwezayî ji bo wan ne diyar e û ji bo zirarên berê wan tazmînat negirtiye. Lewma ji bo bidestxistina mafên xwe dê serî li dadgehan bidin.

(ac/bb)

ANHA