Şêniyên Çilaxayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên bajarê Çilaxayê anî ziman ku divê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û wiha got "Dewleta Tirk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav neavêtine û dixwaze dawî li doza Kurd bîne.”

Şêniyên Çilaxayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
14 nîsan, 2026   02:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên ji bajarê Çilaxayê der barê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.

Siyamend Elî bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1993`yan ve di gelek pêvajoyan de agirbest ragihand û xwest pirsgirêka Kurd aştiyane û bi diyalogê were çareserkirin. Lê belê dewleta Tirk çareseriyên aştiyane naxwaze û israr dike ku bi komployan dawî li doza gelê Kurd bîne. Elî diyar kir ku eger heyanî niha Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebûye ev tê wateya ku dewleta Tirk nêzîkatiyên xwe ji pirsgirêka Kurd re nade guhertin.

Siyamend Elî anî ziman ku ew bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û amade ne ji bo doza Kurd, azadî û edaletê bedelan bidin.

Etiya Hacî anî ziman ku di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de gelan dikin hedef û wiha got: "Berî her tiştî em dixwazin ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, heyanî ku Rêbertî fîzîkî azad bibe."

Merwan Reşîd da zanîn ku zêdetirî salekê di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûye, lê dewleta Tirk heya niha tu gav neavêtiye û got ji dewleta Tirk tê xwestin ku berî her tiştî Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.

Reşîd di dewama axaftina xwe de got: “Em polîtîkayên dewleta Tirk dizanin. Dewleta Tirk gavan neavêje û dixwaze me mijûl bike. Her wiha dixwaze dawî li doza Kurd bîne û Tevgera Azadiyê tune bike. Lê doza Kurdî bi dawî nabe û gelê Kurd li dijî zulmê li ber xwe dide. Rêbertî bi hezaran têkoşer û berxwedêr ava kirine."

Merwan Reşîd bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe bi cih bînin û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bikin.

(np)

ANHA