Li gundewarê Şamê xwendekarek hate kuştin 

Çekdarek ji endamên hikûmeta veguhêz a Sûriyê li bajarê El Tel ê gundewarê Şamê gule li 2 xwendekaran barand. Di encamê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest û yek felic bû. Welatiyên herêmê nerazîbûn nîşan dan û doza darizandina kesê sucdar kir.

Li gundewarê Şamê xwendekarek hate kuştin 
19 cotmeh, 2025   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku bûyer li bajarê El Tel ê gundewarê Şamê dema herdû xwendekar li cihê karê xwe bûn, pêk hat.

Dibistana Şerî ya El Tel li ser malpera xwe ya “Facbookê” kuştina xwendekarê xwe Yeqûb ragihand.

Li gorî çavkaniyên herêmî di rapora nexweşxaneyê de hatiye îdakirin ku gule ji  stuyê Yeqûb derbas bûye û li hevalî wî ketiye, di encamê de Yeqûb jiyana xwe ji dest daye û hevalê wî bi giranî birîndar bû ye. Tê îdakirin ku gule bi şaştî ji çeka endamekî hêzên hikûmeta veguhêz derketiye.

Ev îda bû sedema nerazîbûna di nava gel de û hatiye xwestin lêpirsînek rast were kirin û kujer were darizandin.

(dc/k)