Konferansa Ciwanên PYD li Lubanê bi encamnameykê bi dawî bû

Konferansa Yekemîn a ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê, ku 200 delege beşdar bûn, bi encamnayekê bi dawî bû.

Konferansa Ciwanên PYD li Lubanê bi encamnameykê bi dawî bû
19 cotmeh, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Lubnanê, Beyrûtê, Konferansa Yekemîn a Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanan, em siberojeke azad û demokratîk biafirînin" hat lidarxistin.

Konferans bi destnîşankirina endamên dîwanê  dest pê kir, piştre analîzên  Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola ciwanan di civakê de û rapora Meclisa PYD`ê hatin xwendin.

Di konferansê de axaftina bi video ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, hate temaşekirin. Ebdî behsa girîngiya rola ciwanan di têkoşînê de kir û tokoşîn û berxwedana wan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Piştre  rapora rêxistinî ya Meclîsa Ciwanan a PYD hate xwendin û nirxandin. Delgeyan rew]a rêxistinî gotûbêj kirin û ji bo pêşxistina xebatên pêşniyarên xwe pêkêş kirin.

Konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû, di encamnameyê ev plansazî û pêşniyar hebûn:

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên bi bandor werin lidarxistin.

Xebat were kirin ku ciwan vegerin Rojava da ku li gorî fikra Rêber Abdulla Ocalan û Neteweya Demokratîk tevlî xebatên avakirinê bibin.

Zêdekirina perwerdeya ramyarî û siyasî ji bo ciwanan li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

Lidarxistina komxebatên salane der barê raman, siyaset û medyayê de, bi hevkariya saziyên çandî yên Lubnanî.

Avakirina komîteyên ciwanan li hemû herêmên Lubnanê.

Avakirina komîteyek têkiliyan ji bo xurtkirina têkiliyên bi rêxistinên ciwanan ên Lubnanî û Ereb re.