Li gundewarê Helebê di pevçûnên çekdarî de kesek hat kuştin

Li bajarokê Maaret El Atareb ê li gundewarê rojavayê Helebê, di pevçûnên çekdarî yên di navbera 2 malbatan de kesek hat kuştin û çend jî birîndar bûn.

Li gundewarê Helebê di pevçûnên çekdarî de kesek hat kuştin
11 tîrmeh, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro êvarê di pevçûnên çekdarî li bajarokê Maaret El Atareb ê li gundewarê rojavayê Helebê di navbera du malbatan de kesek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di pevçûnan de, ku ji ber nakokî û pirsgirêkên demdirêj ên di navbera her du aliyan de derketin holê, çekên sivik û navîn hatin bikar anîn, ku di encamê de qurbanî çêbûn û alozî li herêmê zêde bûn.

ANHA