Dayikên Aştiyê li Kobaniyê ji bo wefata Dayika Baharê peyama sersaxiyê dan

Dayikên Aştiyê û Meclîsa Malbatên Şehîdan li Kobaniyê ji bo koça dawî ya Dayika Baharê, ku pêşenga înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bû, peyama sersaxiyê da.

Dayikên Aştiyê li Kobaniyê ji bo wefata Dayika Baharê peyama sersaxiyê dan
11 tîrmeh, 2026   20:58
KOBANÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan li Kobaniyê û Dayikên Aştiyê îro ji bo koça dawî ya Dayika Baharê, ku yek ji çalakvanên înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bû, daxuyaniyek sersaxiyê weşandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Dayika Bahar di tevahiya jiyana xwe de îradeya jina azad a Kurd temsîl dikir, tevî zilm û êşên ku kişandibû û qurbaniyên ku di rêya azadiyê de dane, her ji parastina mafên gelê xwe bi biryar bû.

Dayikên Aştiyê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobaniyê sersaxî ji malbata wê, hevalên wê yên di înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de û gelê Kurd re xwestin, soza berdewamiya têkoşîna ji bo aştiyek dadmend û parastina rûmeta gel dan.

Çalakvan û endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Bahar Bilge, duh di 87 saliya xwe de, piştî jiyanek tijî têkoşîn û qurbanîdanê, koça dawî kir. Hevjînê wê, 2 kurên wê û 2 neviyên wê di nav refên tevgera azadiya Kurd de şehîd bûn. Ew bi gotina xwe ya navdar dihat nasîn: "Ez dayika rêber im... û ez dayika Kurdistanê me."

(k)

ANHA