Rêxistina Peyamnêran a Hewlêrê: Qetilkirina rojnamevanan li dijî hemû pîvanên navneteweyî ye

Rêxistina Peyamnêran a Hewlêrê diyar kir ku qetilkirina rojnamevanan a li Herêma Kurdistanê û derveyî wê berdewam e û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku zextan li welatên cîranê Iraqê bikin ku dawî li êrişên li ser sivîlan bînin.

Rêxistina Peyamnêran a Hewlêrê: Qetilkirina rojnamevanan li dijî hemû pîvanên navneteweyî ye
24 tebax 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Peyamnêran a ji bo Pêşxistinê ya Hewlêrê, têkildarî êrişa li ser rojnamevanên çapemeniya azad ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokê Rêxistina Peyamnêran Hozan Qadir di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Terorkirina rojnamevanan li navxwe û derveyî herêmê berdewam e. Em bi tundî êrişa duh ku 2 rojnamevanên jin jiyana xwe tê de ji dest dan dikin. Em daxwazê ji rêxistinên navdewletî dikin ku zextan li welatên cîranê Iraqê bikin ku agirê şer ji kesên sivîl dûr bixin.”