Li Filistînê hejmara kuştiyan 30 hezarî derbas kir

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di roja 150`yan a şerê li Xezayê de hejmara kuştiyan 30 hezarî derbas kir. Hizbullahê jî ragihand ku bi moşekan yekîneyeke Îsraîlê kiriye hedef ku hewl dida bikeve geliyê Qetmûn ê li başûrê Lubnanê.

Li Filistînê hejmara kuştiyan 30 hezarî derbas kir
4 adar, 2024   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daneya rojane ya windahiyan parve kir. Wezaretê diyar kir kudi 24 saetên dawîn de Îsraîlê 13 komkujî li dijî gelê li Xezayê kirine û di encamê de 124 kes hatine kuştin û 210 jî birîndar bûne. 

Ji 7`ê Cotmehê ve 30 hezar û 534 kes hatine kuştin û 71 hezar û 920 jî birîndar bûne.

Ajanseke nûçeyan a Filistînê ragihand ku Îsraîlê malek li Refahê topbaran kiriye û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Ajansê da zanîn di wê êrişê de herî kêm 7 kes hatine kuştin û artêşa Îsraîlê malek li herêma Tirens a kampa Ciblaya ya bakurê Xezayê bombebaran kiriye.

Hizbullahê Lubnanê jî ragihand ku yekîneyeke Îsraîlê bi moşekan kiriye hedef, dema hewl dida bikeve herêma geliyê Qetmûn ê başûrê Lubnanê.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku wê baregeha Zerît ê Îsraîlê topbaran kiriye.

(şx)