Li Filistînê 25 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê êrişî bajarê Nablus ê kevin kir. Li Cenînê jî 25 kes hatin kuştin û li bajarê Tulkarmê jî arîşeya leşkerî zêde bû.

Li Filistînê 25 kes hatin kuştin
16 sibat, 2025   14:15
NAVENA NÛÇEYAN

Medyaya Filistînî ragihand ku artêşa Îsraîlê bi ser bajarê kevin ê Nablusê de girtiye û bajar dorpêç kiriye, her wiha leşker û sekvanên Îsraîlî hilkişiyane ser banê xaniyan. 

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku piştî ku artêşa Îsraîlê êrişî bajêr kir, hin kes birîndar bûn û ekîbên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin birîndaran.

Li bajarê Cenînê û kampa wê, di encama êrişên dijwar ên hêzên Îsraîlê de 25 kes hatin kuştin. Îro danê sibê hêzên artêşa Îsraîlî li nêzîkî benzînxaneya El Nemir a bajarê Cenînê bi cih bûne û bi tundî gule li derdora wê berdan. Arteşa Îsraîlê her wiha dest daniye ser bajarokê Araba yê li başûre Cenînê û bajarokê El Yamoun ê li Şerieya Rojava.

Li Parêzgeha Tulkarmê jî artêşa Îsraîlê topbarana xwe ya li ser bajar û kampa Nûr Şems didomîne.

Ajansa Nûçeyan a FiListînê "WAFA" ragihand ku hêzên artêşa Îsraîlê şeva borî ji benda kontrolê ya "Sanoz" hêzên xwe ber bi bajêr ve rêkirn.

(k)