Di 15 rojan de 9 jin hatin revandin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku  li Sûriyeyê di 15 rojên dawîn de bi kêmanî 9 jin hatin revandin.

Di 15 rojan de 9 jin hatin revandin
16 sibat, 2025   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di navbera 1-15’ê Sibata îsal (2025) de bi kêmanî 9 jin li deverên cûda yên Sûriyeyê hatin revandin.

SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî parve kirin:

1’ê Sibatê jineke ciwan dema ji gundewarê Ceblê yê Laziqiyê diçû bajar hat revandin. Di heman rojê de jinek din a ciwan li devera Safêtayê hat revandin.

2’ê Sibatê jinek ciwan dema ji Ceremana ya gundewarê Şamê diçû Zanîngeha Şamê hat revandin.

3’ê Sibatê li gundewarê Humisê keçek winda bû. Di heman rojê de li kampa Neyreb a Helebê jinek ciwan hat revandin.

4’ê Sibatê li gundê Ceborîn ê bajarê Humsê jinek winda bû.

8’ê Sibatê li Humisê agahî ji jinek ciwanek qut bû.

13’ê Sibatê xwendekarek dema ji Zanîngeha Şamê diçû Nexweşxaneya Miwasat hat revandin.

15’ê Sibatê xwendekareke filistînî dema navê xwe ji bo refa 9’an tomar dikir, hat revandin. Malbata wê diyar kir ku kesên wî revandine di berdêla serbestberdana wê fidiyê dixwazin.

SOHR’ê diyar kir ku heya niha aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.

(bb)